Em ji bo civakeke hemû zayend tê de azad bin ditekoşin!
Li Eman û hemû welatan, li Rojava û li hemû heremên xweser ê li tevahiya cihanê.
Ewma em banga qampanya “ji bo Xwerêvebirin û xweseriya demokratîk” dikin. Ew di 25. meha Mijdarê, di roja dijî tundiya himberî jinê*.
Demokrasiya xwecihî, xweserî û xwebirêvebirî…
…ji me re ne tiştekî ecêb in, lê belê destpêkên berbiçav ên wekheviyê ne, yên em dixwazin di civakên xwe de bidestbixin. Kapîtalizm û baviksalarî di civaka me de xwe wek pêşbazî, tenêkirin û hewldana desthilatdari tê xuyakirin. Lewma ew bingeha bindestkirina me ya zayendî ne – ji bo bihartina wan, divê em bi hev re bikevin pêwendiyê, xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bitekoşin.
Bi rast ve çûyina Ewrupa piştgiriyê dide rolparvekirina zayendî yên kevneşopiyê û avakirina malbatan. Mafên ku hatine bidestxistin mîna zarokjiberkirin divê were rakirin. Ev bi taybetî ji ber kevneperestan û hêzên rast (ên nû) ên di meclîsan de û gengeşeyên vekirî diqewime. Nasnameyên zayendî ji jin û mêr pêjtir ji wan re tuneye. Di heman demê de ji me re tê gotin, em ti carî ne wek niha azad bûne. Lê azadiyên çavşûştinê wek jinên serkêşiyê dikin, ne armanca me ne. Tevlîbûna bindestkirina kesên din ne azadbûn e. Em civakeke bi rastî azad dixwazin, ya em di xweseriya demokratîk de xweser bikaribin bijîn. Xweseriya demokrat ji bo me tê wateya mirov cihê lê dijîn bikaribin bi demokrasiya xwecihî bigengeşin û biryaran bigirin. Bi vî awayî xweşikiya reng û rengiyê,
ya hew di hinek beşên jiyana me de xwuya ye, dikare bibişkive.
Hew di dema em têbigihîjin kû bindestî( mina. kapîtalîzimê nijadperestî ) bi baviksalariyê ve girêdayi ye û li gorî wê li himber bi hev re bitekoşin em ê bikaribin guhertinên kûr bidestxînin.
li himberî pîvanên baviksaliriyê xwedî derketin.
Tevgera jinên kurd roleke girîng di şoreşa Rojava de li bakurê Suriyê dilîze.
Li wir modela civakeke xweser tê afirandin. Bingeha wê azadkirina zayendan, xweza û demokrasiya xwecihî ye. Rêxistina femînîst a serbixwe ya di her astê de derfetê dide jinan xwe bihêz bikin, xweser bijîn û li himberî pîvanên baviksalarî xwedî derkevin, bê lêpirsîna esil an jî ola wan.
Dîmenên yekîneyên parastina jinan li Ewrupa hemdem in û me bihêz û wêrek dikin. Ew şoreşa civaka jinan* diparêzin. Û gelek tişt ên werin parastin hene: Wek pêkanîna serbixwe li Rojava gundê „Jinwar“ tê avakirin. Li wir ê hew jin û zarokên xwe li dibistan, xaniyên tendurustiyê û hwd. jiyana xwe derbas dikin.
Diravên ji bo alîkariyê yên em distînin, yekser diçin vê projeyê.
Bi hev re bikevin pêwendiyê, xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bitekoşin.
Em dixwazin tecrube û dahûrînên rêxistina jinên kurd û tekoşînên femînist ên alman û ewrupî bînin cem hev. Bi vî rengî em ber bi azadkirina civakê ve diçin û pê derdixin kîjan projeyan em bixwe dikarin bi serkefti pêkbînin.
Em xwe berpirsyar dibînin, pêwîste em zanistiyeke xwe ya hevbeş di derbarê pîvanên dîrokî û niha pêkbînin û xwe di alê fizîkî û derûnî ji êrîşan biparêzin û di rojaneya xwe de bi rastî xweser bin.
Werin em bi hev re li alternatîfan bigerin û ji hev fêr bibin û li gel hev bin. Di hefteyên pêş de em dixwazin bi we re gengeşe bikin, xwe perwerde bikin, derkevin qadan, bitekoşin û bikenin – em li benda we ne!
Jin Jiyan Azadî!
Eger hûn bixwazin piştgiriyê bidin vê kampanyê û binnivîs bikin an jî bixwe çalakiyan pêkbînin, bi me re bikevin têkiliyê.
Email: gemeinsamkaempfen(at)riseup.net
Blog: http://gemeinsamkaempfen.blogsport.eu/
Twitter: @femKampagne, Hashtag #gemeinsamkaempfen
Alîkarî ji bo Jinwar: Kurdistan Hilfe
Mijar: WJAR-Jinwar
IBAN: DE40 2005 0550 1049 2227 04
BIC: HASPDEHHXXX